Ji berfê li Stenbolê jiyan rawestiya

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê ji ber berfa ku ev 2 roj in dibare hezar û 500 seferên basan hatin betalkirin. Balefir ranebûn û li 7 navçeyên Stenbolê bi hezarn welatî û ajokar di rêyan de man. Seferên metro û metrobûsê jî di 24 saetên pêşî yên berfê de hatin asta rawestînê. Welatî û şarezayên kêşûhewayê diyar dikin, dewlet û rêveberan nekariye ji ezmûnê derbas bibin, di barina berfa li Stenbolê de.  

Piştî 17 salan li mezintirîn bajarê Tirkiyê Stenbolê ji ber berfa ku 2 rojan li ser hev barî, jiyan lê rawestiya. Li gelek navçeyên Stenbolê welatî û ajokar neçar man û di rêyan de man. Welatiyên ku ev 2 roj in tevlî zar û zêc û walîzên xwe li otogara Stenbolê asê man e gilî û gazincan dikin.

Ji aliye Wezareta Navxweyî û Vegûhestinê ve, ji ber berfa ku li hin navçeyên Stenbolê gihîştiye 80ê santîm û metroyekê, seferên hemû otobozên nav bajaran û seferên balefirgehan hatin betalkirin. Herwiha hatûçûnên di ser pirên yekem û ya dûyem de jî bo wesayîtan heta 6 saetan hate qedexekirin

Wezîrê Naxweyî yê Tirkiyê Sulyeman Soylu got: “Heta roja pênçşemê wê berf bibare. Daxwaza me ji welatiyan ew e ku bi wesayîten xwe yên taybet dernekevin.”

Ji bo ku welatî tevdîran ragirin û pêşî li ber bobeletên mezin bêne girtin rayedar dibêjin wan hişyarî daye welatiyan da ku ji malê xwe dernekevin û bi wesayîtan rêwitiyê nekin. Lê welatî jî didin zanîn ev hişyarî dereneg hatine kirin û berpirsiyariya vê mexdûriyeta welatiyan jî di sitûyê rêveberan de ye.

Şaredarî Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li ser berfa ku ev 2 roj in Stenbol dîl girtiye dide zanîn, wan saet bi saet welatî hişyar kirine. Ji bo vê yekê jî bi rêya 7 hezar 421 yek xebatkarên şaredariyê û hezar û 582 wesayîtên bo paqijiya berfê li hemû navçeyên Stenbolê rê û nava taxan kar kiriye û hê jî kar dikin ji bo mexdûrnebûna welatiyan.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: “Di nava 8 satean her serê metroqareyekê 60 kîlo berf bariya. Me gelek rê vekirine hindik rêmane ku hê venebûne. Lê di stoka xwê de tû kêşeya me nîn e. Hê jî wê berf bibare, bila welatî guh bidin hişyariyan û ji malên xwe dernekevin.”

Di berfa ku li Stenbolê ev dû roj in bariyaye û hê jî dibare, li navçeyên wekî Avcilar, Beylukduzu, Arnavutkoy, Hadimkoy, Başkaşehîr û Bağcilarê bi hezaran welatî tam 24 saetan li ser rêyan asê man di nava wesayîtên xwe de. Bi ser vê bobelatê ve jî li gelek navçeyan ceryan hate birin û av jî neherikî. Bi hezaran welatiyên rêwî jî ji neçarî li otogar, balefirgeh, mizgeft û nexweşxaneyan man bi şêweyekî şepirze tevlî zar û zêcên xwe.

Dam û dezgeha meteorılijê dîsa hişyariyê dide ku wê heta roja Pênçşemê berf bibare, loma jî welatî bila di malên de bimînin û bi wesayîtan dernekevin ser rêyan.