Parlamentoya Iraqê dema hilbijartina Serokomar diyar kir

Parlamentoya Iraqê roja 7ê Sibata 2022yan ji bo hilbijartina Serokomar diyar kir.
Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Iraqê roja 7ê Sibata 2022yan ji bo hilbijartina Serokomar diyar kir.

Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir; roja 7ê Sibata 2022yan Serokomarê Iraqê dê were diyarkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja duşemê 31ê Çileya 2022yan jî navên namzedan dê ji bo Serokomarê nû yê Iraqê werin eşkerekirin.