Rûsya: Amerîka û HSD di parastina asayîşê de bi ser neketin

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje; bûyerên van demên dawî yên li Hesekê şikesta Amerîka û HSDê di parastina asayîşê de, nîşan dide
Dîmenek ji şerê navbera HSD û çekdarên DAIŞê li Hesekê
Dîmenek ji şerê navbera HSD û çekdarên DAIŞê li Hesekê

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje; bûyerên van demên dawî yên li Hesekê şikesta Amerîka û HSDê di parastina asayîşê de, nîşan dide.

Li gor Wezareta Derve ya Rûsyayê, aloziyên ewlehiyê yên van demên dawî, ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rûdan, derxistiye holê ku Amerîka û hêzên desthilatdar ên Kurd di parastina asayîşa wê deverê de bi ser neketine.

Cîgirê Rêveberê Ragihandin û Rojnamevanî yê li Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksey Zaytsev di daxuyaniyeke çapameniyê de li ser êrîşa çekdarên DAIŞê ya li Girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê got: “Zelal û eşkere ye, Amerîka û desthilatdarên Kurd ên xwecihî, di parastina asayîşa navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê de ku di bin kontrola wan de ne, bê şiyan in.”

Şeva pêncşema borî, çekdarên DAIŞê êrîşeke bi plan bo ser Girtgeha Xiwêran a li Hesekê encam dan û gelek çekdarên desteserkirî yên DAIŞê ji girtîgehê reviyan û çend roj şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdî û DAIŞê de derket holê, ji herdu aliyan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, tevî awarebûna bi deh hezaran kesên nişteciyên derdora girtîgehê.