Serokê AK Partî yê Diyarbekirê: Dersên Kurdî derfeteke girîng e

Bangên ji bo bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî didomin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Banga ji bo hilbijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî didomin ku siyasetmedar û nivîskar jî dibêjin divê Kurd nîşan bidin ku ew giringiyê didin zimanê xwe. Herwiha diyar dikin ku çi ji ber hilbijartinê be, çi ji ber demokratîkbûnê be, ev maf derfetek girîng e û divê Kurd bi kar bînin.

Helmeta banga bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî didome û pêvajoya serîlêdanê jî heta 7ê sibatê hat dirêjkirin. Beşdarên helmetê didin zanîn ku ti caran di pêvajoya serîlêdanê de eleqeyeke evqas watedar bo zimanê Kurdî çênebibû ku êdî wek mijarek ji siyasetê bilindtir tê nirxandin.

Herî dawî jî Serokê AK Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin jî bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî hilbijêrin û balê dikêşe ku divê ev mafê girîng baş were bikaranîn.

Muhammet Şerîf Aydin ji K24ê re diyar kir: “Mafek baş û xweş danîne pêşiya me. Bila milletê me vî mafî baş bi kar bînin. Bila waneyên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Ev derfet, derfetek baş û girîng e. Bang li milletê me dikim ku baş bi kar bînin.”

Yek ji beşên civakê yên ku pêvajoya serîlêdana Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî ji nêz ve dişopînin jî nivîskar in. Nivîskara Lêkolîner Zeynep Yaş jî dibêje divê beriya her neteweya Kurd li zimanê xwe xwedî derbikeve û bo dewletê bide nîşan ku neteweya Kurd girîngiyê dide zimanê xwe û eleqeya Waneya Zimanê Kurdî jî dê bibe mînakek bi bandor.

Nivîskar Zeynep Yaş ji K24ê re eşkere kir: “Her zarok divê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Em jî bang dikin ku zarokên me vê waneyê hilbjêrin da ku jiyanê û pêşketinê bi zimanê xwe têbigihîjin. Ev dikare bibe çipikek û hîn jî berfirehtir bibe.”

Rewşenbîr û rêxistinên ziman balê dikêşin ku çi ji ber hilbijartinê û wergirtina dengên Kurdan be, çi jî ji ber demokratîkbûnê be, bila Kurd li sedema wê nenêrin û bi hemû hêza xwe mafê Bijartina Waneya Zimanê Kurdî bi kar bînin û li zimanê Kurdî bi awayekî yekhelwest xwedî derbikevin.