Kuwêtê geştên xwe yên esmanî bo Iraqê dan sekinandin

Ji ber êrîşên mûşekî yên li dijî Balafirgeha Bexdayê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Kuwêtê ji ber êrîşên mûşekî yên li dijî Balafirgeha Bexdayê geştên xwe bo Iraqê sekinand.

Duh roja înê 28ê Çileya 2022yan Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê rastî êrîşa mûşekî hat, ku 6 mûşek arasteyî binkeya serbazî ya Vîktoriya li nav Balafirgeha Bexdayê de hatin kirin.

Ji ber wê êrîşê çend balafirên sivîl jî ziyan dîtin.

Ji ber wê jî hêlên esmanî yên Kuwêtê di daxuyaniyekê de ragihand; wan geştên xwe bo Iraqê bi awayekî demkî dane sekinandin heta ku rewş aramtir bibe.