Xelkê Mûsilê ji cardin vegera DAIŞê ditirsin

Nişteciyên Mûsilê ji bûyerên li girtîgeha Hesekê û revîna beşek ji çekdarên DAIŞê ji girtîgehê, dilgiran in.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Nişteciyên Mûsilê ji bûyerên li girtîgeha Hesekê û revîna beşek ji çekdarên DAIŞê ji girtîgehê, dilgiran in û vê bûyerê weke zengila metirsiyê dibînin.

Şeva 20ê Çileyê, çekdarên DAIŞê du teqîn li ber zindanê pêk anîn, çekdarên di nava girtîgehê de agir berdan alavên girtîgehê û alozî derxistin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan karîne çekdarên reviyane desteser bikin û beşek ji çekdarên din jî xwe radest kirine.

Xelkê Mûsilê ji ber revîna beşek ji wan çekdarên DAIŞê dilgiran in û vê bûyerê weke zengila metirsiyê dibînin.

Welatiyekî Mûsilî ji K24ê re diyar kir: “Rewşa ewlehî û aramiyê baş nîne, em dixwazin rewşa ewlehiyê were başkirin. Rewşa xizmetguzariyan jî xirab e.”

Zêdetirî sê salan DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kiribû û nêzîkî 4 milyon kes di bin desthilata wan de bûn.

Welatiyek dibêje: “Di serdema DAIŞê de bajar hat wêrankirin û em zirarmend bûn. Niha em tenê ewlehî û aramî dixwazin, em dixwazin mûçe û kar û mafên me werin dabînkirin.”

Liv û tevgerên terorê yên DAIŞê zêde bûne û ev bûye cihê metirsiyê li cem welatiyên li Mûsilê û ew bawer dikin ku ji bo parastina sînorê parêzgeha wan, hemahengiya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê pêwîst e.

Welatiyek li ser vê mijarê dibêje: “Ew şer û êşa ku li Mûsilê hebû, em naxwazin careke din derkeve holê. Em dixwazin hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li sînorê parêzgeha Neywa baştir bibe û em careke din tûşî êş û janê nebin.”