9 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala hatin kuştin

Destê vê grûpa teroristan di kuştina 11 leşkerên artêşa Iraqê de hebû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di êrîşeke asmanî de 9 çekdarên DAIŞê li navçeya Uzeyim a Diyalayê hatin kuştin.

Şaneya ragihandina ewlehiyê diyar kir, “Êrîş bi riya firokeyên F-16 yên Îraqî ve pêk hat û di encamê de 9 endamên terorîst hatine kuştin.”

Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlekariyê, destê vê grûpa teroristan di kuştina 11 leşkerên artêşa Iraqê de hebû.

Berî çend rojan, çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li parêzgeha Diyala kiribû û di encamê de 11 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Hêzên Iraqî bi piştevaniya firokeyên Iraqî ji roja 23ê vê mehê ve dest bi operasyoneke mezin ya dûvçûn û paqijkirina DAIŞê li navçeya Uzeyim kiriye.