“Erdogan 4 wezîrên din diguherîne”

Tê pêşbînîkirin Îbrahîm Kalin dibe Wezîrê Derve yê Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî guhertina Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, tê pêşbînîkirin bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan çar wezîrên din jî ji kar bên dûrxistin.

Li gor rojnameya “Cumhuriyet”, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dixwaze di kabîneyê de guhertinên nû çêke û çar wezîrên din biguherîne.

Wezîrên behsa dûrxistina wan tên kirin jî ev in: Wezîrê Derve Mevlud Çavuşoglu, Wezîrê Çand û Geştûguzarê Mehmet Nûrî Ersos, Wezîrê Tendirustiyê Fexredîn Koca û Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî.

Tê pêşbînîkirin, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li cihê Mevlud Çavûşoglu dibe Wezîrê Derve yê Tirkiyê.

Evy ek di demekê de ye, duhî bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Bekir Bozdag li cihê Ebdulhemîd Gul bû Wezîrê Dadê yê Tirkiyê.