Ji bo cara yekem Serokê Îsraîlê serdana Îmarata Erebî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îsraîlê Isaac Herzog îro Yekşemê li ser vexwendinekê ji aliyê Welîehd Şêx Mihemed Bin Zayed serdana Îmaratê dike.

Li gor daxuyaniyeke nivîsgeha Serokê Îsraîlê, Isaac Herzog gotiye: “Ez ê li ser vexwendina Welîehd Şêx Mihemed Bin Zayed, bi serokatiya Îmaratê re bicivim.”

Herwiha got: “Ez spasiya serkirdayetiya wî ya dilêr dikim ji bo pêkanîna rêkeftina aştiyê ya bi Îsraîlê re û gihandina peyamekê ji bo tevahiya herêmê ku aştî tekane alternatîfa gelên herêmê ye."

Ev serdana yekem a Serokê Îsraîlê bo Îmarata Erebî ye û piştî asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan di sala 2020an de tê.

Herwiha ev serdan di demekê de ye ku alozî li navçê zêde dibin û hêzên navdewletî hewla vejandina rêketinama navokî digel Îranê didin.

Nîgeraniya hevpar a ji çalakiya Îranê, yek ji sedemên asayîkirina pêwendiyên Îsraîl û Îmaratê di sala 2020an de bû ku bi destpêşxeriya Amerîka bû û bi navê "Peymana Îbrahîm" tê zanîn.

Piştî kêmtir ji salekê ji îmzekirina peymana asayîkirina pêwendiyan, Îmaratê roja 14ê Tîrmeha 2021ê bi fermî balyozxaneya xwe li Tel Aviv vekir.

Îmaratê piştî Misir (1979) û Urdin (1994), welatê sêyemîn bû ku ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re, peyman îmze kir.

Ji bilî Îmarat, Bahreyn, Mexrib û Sûdanê jî peymanên bi vî rengî îmze kirin ku vê yek hêrsa Filistîniyan anî.