Serok Barzanî destpêşxeriyekê ji bo rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê pêşkêş dike

Serok Barzanî ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, destpêşxeriyeke siyasî pêşkêş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek derbarê rewşa siyasî ya niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê de belav kir û tê de aşkere kir, ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, destpêşxeriyeke siyasî pêşkêş kir.

Serok Barzanî peyama xwe arasteyî raya giştî ya Iraq û Kurdistanê kir û tê de ragihand, “Ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyeke siyasî pêş kir. Di çarçoveya vê destpêşxeriyê de, min pêşniyaz kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî serdana Seyid Muqteda Sedir bikin û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehîştina astengî û pirsgirêkan şêwirê bikin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hêvîdar im ev destpêşxerî erênî be û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”