Mosko qedexeya ketina Rûsyayê danî ser Serokwezîrê Brîtanyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê: Ev gav ji ber reftarên dijminane yên bêhempa yên hikûmeta Brîtanyayê hatiye avêtin,

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê îro ketina Rûsyayê li Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson, Wezîra Derve Lîz Truss, Wezîrê Berevaniyê Ben Wallace û 10 endamên din ên hikûmetê û siyasetmedarên Brîtanî qedexe kir.
Wezareta Derve ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand, ev gav ji ber reftarên dijminane yên bêhempa yên hikûmeta Brîtanyayê hatiye avêtin, bi taybet ferzkirina cezayan li ser rayedarên payebilind ên Rûsyayê.
Di lîsteyê de Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Dadê Dominic Raab, Wezîrê Darayî Rishi Sunak û Wezîrê Navxwe Priti Patel cih digirin.
Ji ber êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, Brîtanyê hejmarek ji cezayên aborî û siyasî danîbûn ser Moskoyê.