Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan  li Koşka Serokkomariyê ya li Enqerê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2/2/2022an bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyê û Enqerê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiya.

Di civînê de, pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Herwiha di civînê de, hevkariyên hevbeş, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên navçeyê hatin guftûgokirin.