Li Colemêrgê dema qedexeyê bo 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ewlekariyê hemû çalakî hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ewlekariyê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, ‎mitîng, û konser bo dema 15 rojên din hatin qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, “Rêxistinên ne yasayî bi rêya medyaya civakî banga çalakiyan li welatiyan dikin û dibe ku dijî operasyonan meş û xwepêşandan bêne sazkirin û di çalakiyan de propagandaya terorê bê kirin.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku “bi armanca parastina ewlekariya neteweyî, parastina ewlekarî û sîstema giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn ên kesên din û herwiha parastina asayîşa giştî, heta 15 rojan li parêzgeha Colemêrgê civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin”.

Tenê bi mercê destûra parêzgariyê, rê bi çalakiyên saziyên hikûmî hatiye dayîn. Qedexe îro 3yê Sibata 2022ê destpê dike û heta 17ê Sibatê berdewam dibe.