Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ragihand; dest bi nûjenkirina beşeke Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî dikin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ragihand; dest bi nûjenkirina beşeke Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî dikin.

Piştîwan Sadiq di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Beşeke Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin, pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo Perestgeha Lalişê, erkê me hemûyan e.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî destnîşan kir: “Êzidî hêjayî hemû xizmetan in, çimkî ew rûbirûyî terora DAIŞê bûne, qerebûkirina wan ji aliyê maddî û manewî ve erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Piştîwan Sadiq herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nûjenkirina temamê perestgehan de texsîr nake.”

Perestgeha Lalişê li cîhanê yekane perestgeha Kurdên Êzidî ye û her sal merasîmên olî li perestgehê birêve diçin û ji her aliyên cîhanê Kurdên Êzidî serdana wê dikin.