Serokê navçeya Bazîdê yê AK Partiyê dest ji kar berda

Duh li navçeya Bazîdê bi hezaran kes ji ber bihabûnên gaza xwezayî û elektirîkê daketibûn kolanan.
Mustafa Konyar
Mustafa Konyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê navçeya Bazîdê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî)  ragihand; dest ji erkê xwe yê di partiyê de berdaye.

Serokê navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê yê Ak Partiyê Mustafa Konyar duh, 4ê Sibata 2022yan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek balav kir û ragihand ku wî dest ji erkê xwe yê di AK Partiyê de berdaye.

Mustafa Konyar derbarê sedema îstîfaya xwe de diyar kiriye ku wî ji ber zêdebûna karên xwe, çalakiyên xwe yên werzişî û civakî yên derveyî partiyê, ev biryar daye.

Ev di demekê de ye ku duh roja înê li navçeya Bazîdê bi hezaran xelk ji ber bihabûnên gaza xwezayî û elektirîkê daketibûn kolanan û xwepêşandan kiribûn.

Xelkê Bazîdê ku bi taybetî piştî bihakirinên elektirkê û gaza xwezayî ji ber fatûrayên zêde rojên zehmet derbas dikirin bi kom li ber deriyê kompanyaya dabeşkirina elektirîkê ya navçeyê civiyabûn û daxwaz kiribûn ku bihakirinên gaza xwezayî û elektirîkê werin betalkirin.