Li Efrînê 2 kes ji aliyên grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ehrar El-Şerqiye ji roja 19/1/2022an ve kalemêrê 70 salî Izet Ehmed Hemû ji gundê Dumilya yê li navçeya Raco revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê ragihand jî, welatiyê bi navê Reşîd Xelîl Sîdo ê ji gundê Oujîma li navçeya Cindirêsê ji roja 1ê Sibatê ve li ser rêbenda bajarê Efrînê hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.