Mûsa Pîroglu: Penaber di navbera du celadan de asê mane

Saziyên sivîl daxwaza betalkirina peymana vegerandina penaberan kirin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Gelek saziyên sivîl û civakî li Stenbolê li ber konsolxaneya Yewnenîstanê kom bûn û ji bo 19 penaberên ku ji ber sermayê li ser sînorê Tirkiye û Yewnenîstanê mirin, bang li hemû dewletan kirin ku bo asankariya jiyana penaberan li erka xwe ya mirovî rabin û peymana vegerandina penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin were betalkirin da ku sînor li penaberan bên vekirin.

Piştî rûdana bûyera li ser sînorê Yewnenîstan û Tirkiyeyê ku 19 penaber ji sermayê mirin, kêşeya penaberan di rojeva civaka navdewletî de bi taybet di nava saziyên sivîl de bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Gelek saziyên sivîl û civakî ku tê da dezgehên li ser mafên penaberan xebat dikin hene, li Stenbolê li ber konsolxaneya Yewnenîstanê kom bûn. Di çalakiyê de, daxwaza vekolandina mirina 19 penaberan hat kirin û bang li hemû dewletan hat kirin ku ji bo asankariya jiyana penaberan xebat û polîtîka werin kirin.

Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî got: “Li ser sînorê Tirkiye û Yewnenîstanê gelek xeberên mirinê tên. Berpirsiyariya Yewnenîstan û Tirkiye di van mirinan de hene. Ji ber ku li Tirkiyeyê derfeta jiyaneke baş nayê peydekirin, gelek penaber, bi qaçaxî hewl didin biçin Ewropayê lê dema rêwitiyê li aliyê Yewnenîstanê, miameleyeke xerab li wan tên kirin. Bêguman rola peymana vegerandina penaberan a Yekîtiya Ewropayê jî di vê meseleyê de heye. Divê ev peyman were betalkirin.”

Parlamenterê HDPê Mûsa Pîroglu, mirina penaberan wek kuştina komî ya bi destê dewletan bi nav kir û û sînorê ku li penaberan hatiye girtin, wek sînorê mirinê dest nîşan kir.

Parlamenterê HDPê Mûsa Pîroglu ji K24ê re wiha axivî: “Dema em penaberan guhdar dikin, ji me re dibêjin: Hikûmeta Yewnan, penaberan vedigerîne nava sînorê Tirkiyê lê heman miameleyê hikûmeta Tirk jî dike. Yanê penaber di navbera du celadan de asê mane. Polîtîkayên şer û rêvebirinên neadilane dibin sedema koçkirina mirovan. Piştre penaber dikevin destê qaçaxvanan. Heta şertên jiyaneke wekhev û pergaleke dadwerane neyê avakirin, kêşeya penaberan jî dê her berdewam be.”

19 penaberên ji welatên cuda ne di ser sînorê Tirkiye û Yewnenîstanê re xwestin biçin Ewropayê, lê li nava sînorê Tirkiyeyê ji ber sermayê mirin. Li gor rayedarên Tirk, wezîfedarên Yewnan penaberan şandiye aliyê Tirkiyê û mirina wan dixe stûyê hikûmeta Atînayê. Lê Yewnenîstan jî vê yekê red dike.