Serok Barzanî û şandeke Wezareta Derve ya Austryayê rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibats 2022an pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Austryayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibats 2022an pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Austryayê kir ku ji Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya û Başûrê Ewropa di Wezareta Derve Austryayê Gerold Vollmer û Balyozê Austryayê li Iraq û Urdinê Oskar Wustinger pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û Austryayê û tekezî li pêşvebirina pêwendî û dostaniya her du aliyan hate kirin.

Her di wê civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên ji piştî hilbijartinê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmat nû ya Iraqê hatin guftûgokirin û şanda mêvan diyar kir ku hilbijartina vê dawiyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê, hilbijartineke nimûneyî bû.

Di beşeke din a civînê de, bûyerên vê dawiyê yên li Sûriyê û gefên terorê û hizra tundrewiyê li ser ewlehiya herêm û cîhanê hatin gotûbêjkirin û hate dubarekirin ku ji bo rûbirûbûna terorê û rakêşana rîşeyên wê, pêwîstî bi hewidanên cîhanî heye.