Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 53 gundan ji ber berfê girtî ne

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 53 cî û waran girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 53 cî û waran girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li navenda bajêr û navçeyan berf û bagerê rêya 32 taxan girt.

Tîmên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin, wezîfedarên şaredariyê jî kolan û peyarêyan paqij dikin.

Berf û bagerê li Hekariyê rêya 7, li Bedlîsê rêya 12 û li Mûşê rêya 2 gund û mezreyan girt. Tîmên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Dar û berên Deşta Mûşê di sir û seqemê de qiravî girtin.