Balyozxaneya Amerîka li Îmaratê li ser êrîşeke mûşekî yan jî bi dronê hişyarî da

Amerîka hişyariyê dide welatiyên xwe yên li Îmaratê: Dibe ku Abû Dhabî rastî êrîşekê bê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka ya li Abû Dhabî di daxuyaniyekê de, hişyarî daye welatiyên xwe yên li Îmaratê ku eger e Îmarat rastî êrîşên mûşekî yan jî bi dorneyan were.

Balyozxaneya Amerîkayê îro daxuyaniyek li malpera xwe ya fermî belav kir û diyar kir: “Hin rapor diyar dikin, dibe ku îro 9ê Sibata 2022an êrîşeke mûşekî yan jî bi droneyan li ser Abû Dhabî bê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balyozxane şîret li welatiyên Amerîkî dike ku dimildest rêkarên ewlehiyê bigirin û di dema êrişan de hişyar bimînin.”

Di hefteyên borî de, tevgera Hûsiyên Yemenê gelek caran paytexta Îmarat Abû Dhabî bi mûşekên balîstîk û droneyan armanc kiribûn. Di êrîşa 17ê meha borî de jî, 3 kes hatibûn kuştin.