Hunermendekî Kurd li dijî Rakan Cibûrî doz vekir
Kerkûk (K24) - Hunermendekî Kurd li Kerkûkê, li ser tunebûna xizmetguzarî û xemsariya îdareya bajêr, li dijî Parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî û Qaymeqamê Kerkûkê doz vekir.
Hunermend Zanyar Cûme hefteya borî li ser tunebûna xizmetguzarî û xemsariya îdareya bajêr, li dijî Parêzgar û Qaymeqamê Kerkûkê doz vekir, biryar bû îro yekem rûniştina dadgehê birêve biçe, lê belê ew di rûniştinê de amade nebûn.
Zanyar Cûme ji K24ê re ragihand: “Duh ji aliyê dadgehê ve hatim agahdarkirin ku îro rûniştina darizandinê heye, ez îro çûm dadgehê, lê belê ne parêzgar, ne jî Qeymeqamê Kerkûkê amade nebûn, dadger gotinên min wergirtin û min hemû giliyên xwe pêşkêş kirin, dadgeh soz da ku di rûniştina duyem de parêzgar û qaymeqam dê amade bin.”
Hunermendê Kurd eşkere kir: “Giliya min li dijî parêzgar û qaymeqam, li ser tunebûna xizmetguzariyan e, ev bajar bûye zibilxane, daxwaza sereke ew e ku demên dayîna elektrîkê li Kerkûkê gelek kêm e û buhayê elektrîka jeneratorê gelek giran e, loma min daxwaz kir ku kêşeyên me werin çareserkirin, buhayê elektrîka jeneratorê were kêmkirin, herwiha li nava bazarê jî rêgirî li kar û xebatên xelkê tê kirin, welatî nikarin kar bikin, berê xelk ji bajarên din dihatin Kerkûkê dixebitîn, niha bazara Kerkûkê bêkar e.”
Zanyar Cûme destnîşan kir: “Dadgeh ji min re got, cara ewil e parêzgar û qaymeqam li ser giliya welatiyekî bo dadgehê tê bangkirin.”
Herwiha eşkere dike: “Eger li Dadgeha Kerkûkê derbarê wan de lêpirsîn neyê kirin û bê encam bibe, ez ê li Wezareta Dadê doz vekim, eger li wir jî nebe, ez ê li Neteweyên Yekbûyî doz vekim, heta bi encam nebe ez ê dest jê bernedim, nabe tevî van hemû dahatên petrolê, rewşa bajarê Kerkûkê wiha be.”