Firokeyeke Tirkiyê li Amûdê otomobîlek kire armanc

Di encama êrîşê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek kire armanc.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama êrîşê de, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kes birîndar bûne.

Bomberbarana firokeya Tirkiyê li gundê Buhêre rûda, ku dikeve ser rêya navbera Amûdê û Dirbêsiyê.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Tirkiyê otomobîleke din jî li gundê Xerzê topbaran kir, lê ti ziyaneke canî nebûye.

Li gor zanyariyan kesên ku di wê êrîşa Tirkiyê de birîndar bûn, bo nexweşxaneya Amûdê hatin rakirin.

Herwiha li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê û çekdaran gundê Til Ziyab ê li Zirganê jî topbaran kirin.