Tehranê mûşekeke nû nimayîş kir

"Mûşeka nû ya balîstîk heta 200 kîlometre şiyana wê ya gihîştinê heye."

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojek piştî destpêkirina gotûbêjên nerasterast ên navbera Tehran û Washingtonê ji bo vejandina rêkeftina atomî ya sala 2015an, televîzyona fermî ya Îranê nûçeya nimayîşkirina mûşekeke nû eşkere kir.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand; mûşeka nû ya balîstîk heta 200 kîlometre şiyana wê ya gihîştinê heye.

Medyaya fermî ya Îranê eşkere kiriye; ev mûşek ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye çêkirin û bi sotemeniya hişk dixebite û dikare sîstema dijî mûşekan derbas bike.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Serokê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Baqirî di merasîmekê de li baregeheke Supaya Pasdaran, ku mûşeka nû tê de hat nimayîşkirin, ragihandiye: “Îran pêşvebirina bernameya mûşekî ya balîstîk didomîne.”

Îran yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku xwedî bernameya herî mezin a atomî ye û bûye cihê nîgeraniya welatên navçe û Amerîka û hevpeymanên wê.