"Divê ji bo parastina tendirustkaran yasayeke nû were derxistin"
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir rêxistinên tendirustkaran, ji ber ku tendirustkar di dema ser kar de rastî êrîşê hatine daxuyaniyek hevpar dan.
Diyarbekir (K24) - Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir rêxistinên tendirustkaran, ji ber ku tendirustkar di dema ser kar de rastî êrîşê hatine daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê û bang kirin ku yasayên parastina tendirustkaran bi awayekî bibandor werin rêkûpêkkirin.
Ji aliyê rêxistinên tendirustkaran ên Diyarbekir ve li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle bi civîneke çapemeniyê tundiya ser tendirustkaran hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku divê yasayek nû, berfireh û bibandor ya tendirustiyê were derxistin û sizayên pêşîlêgir bo êrîşkaran were birrîn.
Herwiha di daxuyaniyê de Nûnerê Herêmî yê Sendîkeya Tendirustkarên Şoreşger Umît Umdu da zanîn ku herî dawî di 22yê Tîrmehê de li Nexweşxaneya Onkolojî û di 23yê Tîrmehê de li Nexweşxaneya sereke de tendirustkar rastî êrîşa xizmên nexweşan hatine û birîndar bûne, ku divê êdî rê li van êrîşan were girtin.
Nûnerê Herêmî yê Sendîqeya Tendirustkarên Şoreşger Umît Umdu bal kişand serê wê yekê ku rayedar, tenê bi çend gotinên şermezarkirinê mijarê didin girtin û herwiha tevî hemû daxwazên wan daneyên tundiya ser tendirustkaran bi rêxistinên tendirustkaran re jî nayên parvekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran 2 xulekan çalakiya runiştinê li dar xistin û belav bûn.