Îsraîl: Nabe welatên li nav gotûbêjên Viyenayê gefên Îranê jibîr bikin

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ragihand; bernameya atomî ya Îranê, ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo hemû cîhanê gef e.
Wezîrên derve yên Almanya û Îsraîlê, wêne: Reuters
Wezîrên derve yên Almanya û Îsraîlê, wêne: Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ragihand; bernameya atomî ya Îranê, ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo hemû cîhanê gef e.

Yair Lapid di civîneke çapemeniyê de ligel Wezîra Derve ya Almanyayê, li Tel Avîvê ragihand; nabe welatên beşdarî gotûbêjên Viyaneyê dibin, gef û êrîşên Îranê jibîr bikin.

Lapid diyar kir: “Me ligel Wezîra Derve ya Almanyayê behsa gotûbêjên Viyenayê kir, ku Almanya yek ji wan welatên beşdar e, min helwesta Îsraîlê jê re eşkere kir ku bernameya atomî ya Îranê li ser hemû cîhanê gef e, ne tenê li ser Îsraîlê.”

Yair Lapid tekez kir; ew sê welatên Ewropayê yên li nav gotûbêjan in, nikarin gefên Îranê paşguh bikin ku ji bilî bernameya atomî, ji bakur ve Hîzbullah û ji başûr ve Hemas û gef û êrîşên xwe yên terorîstî li Yemenê encam didin.