DAIŞ plan dike êrîşî zîndanên Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentarekî Iraqê aşkere dike, çekdarên DAIŞê bi armanca rizgarkirina çend serkirdeyên DAIŞê ji zîndanan, plan dikin êrîşî ser zîndanên Iraqê bikin.
Parlamentarê ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa Arif Hemamî di konferanseke rojnamevanî de got, çekdarên DAIŞê hewl didin êrîşî li ser zîndanên Iraqê bikin, ji bo çend serkirdeyên xwe rizgar bikin.
Hemamî Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tometbar dike ku destê wan di vê hewlê de heye, ji bo rewşa ewlehiya Iraqê aloztir bibe û mana xwe li Iraqê rewa bikin.
Ev daxuyaniya vî parlamentarê Iraqê piştî wê yekê tê, çekdarên DAIŞê roja 20ê meha borî êrîşî ser zîndana Hesekê kirin û li gor hin raportên medyayî, dora 200 çekdarên DAIŞê ji zîndanê reviyan.
Piştî bûyera zîndana Hesekê, Iraqê sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re tund kir û ji bo vê mebestê jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana baregehên leşkerî yên li ser sînor li parêzgeha Mûsilê kir û bi fermandarên leşkerî re civiya.