Peykerê hunermend Cîhad Dilpak li Silêmaniyê hat danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê, di merasîmekê de perde ji ser peykerê hunermendê navdar ê di warê şano û sînema de Cîhad Dilpak hat rakirin.
Di merasîmê, malbat, kesûkar û hevalên Cîhad Dilpak û hejmarek ji hunermend û rewşenbîran amade bûn.
Cîhad Dilpak ku yek ji hunermendên navdar ên Kurdistanê bû, rola wî ya girînd di warê şano, sînema û dramayê de hebû.
Cîhad Dilpak sala 1948an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûbû, derçûyê Xaniyê Mamosteyan a Kerkûkê bû, ji sala 1971ê ve dest bi karê hunerî kir.