6 partiyên opozîsyonê: Sedema krîza Tirkiyê sîstema serokatî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên giştî yên şeş partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê civiyan û dan xuyakirin, sedema krîza Tirkiyê, sîstema serokatî ye û li ser projeya vegera sîstema parlamenteriya bihêz kar dikin.

Li ser vexwendina Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka Îyî Partî Meral Akşener, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Partiya Dahatû Ahmed Davutoglu, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal li Enqereyê civiyan.

Civîna partiyên opozîsyonê duhî êvarê bû û pênc demjimêran zêdetir berdewam kir.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin. Li gor daxuyaniyê, ew partî bihêz kar li ser projeya vegera sîstema parlamenterîya dikin û her şeş serok dê careke din bicivin û xalên rêkeftinê dê roja 28’ê Sibatê ragihînin ku salvegera derbeya 1997an e.

Wan partiyan dan xuyakirin, berpirsiyariya wan a hevbeş di nav yekîtiyê de derbaskirina krîzê ye û hemû pirsgirêk divê di çarçoveya siyaseta demokratîk de werin çareserkirin.