Trump: Rûsya ji ber bêhêziya Amerîka dixwaze Ukraynayê dagîr bike

Trump tekez dike, eger ew li Koşka Spî bûya, Amerîka dê di krîza Ukraynayê de ewqas lawaz nebûya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîka Donald Trump radigihîne, piştî vekişîna Amerîka ji Efxanistanê, Serokê Rûsyayê cesaret bû ku êrişa Ukraynayê bike.

Trump di hevpeyvîna xwe ya ligel kanala “Fox News” de tekez kir, eger ew li Koşka Spî bûya, Amerîka dê di krîza Ukraynayê de ewqas lawaz nebûya.

Amaje bi wê yekê kir, ew bi biryara Biden a vekişîna Amerîka ji Afxanistanê şok bû û diviyabû ev yek nebûya.

Trump derbarê krîza Ukraynayê de rexne li rêveberiya Biden girt û ew yek bi vekişîna Amerîkayê ji AfxanIstanê di Tebaxa 2021 de girê da.

Trump got: “Gefên Rûsya ya dagîrkirina Ukraynayê, ji encama vekişîna Amerîka ji Afxanistanê ye. Dibe ku wan vekişîna herî xirab û qels a di dîroka her artêşekê de dîtin.”

Serokê berê yê Amerîkayê got: “Ez bawer im ku Putin dixwast demekê danûstandin bikira, lê piştî vekişîna Amerîka ji Efxanistanê dît, ew bêhtir bi cesaret bû.”