Krîza Ukraynayê.. Şêwirmendê Almanyayê serdana Kîevê dike

Piştî ku Rûsyayê hêz li ser sînorê Ukraynayê bi cih kir, rageşî gihîşt lûtkeyê
Olaf Schulz
Olaf Schulz

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Almanyayê Olaf Schulz îro Duşemê serdana Kîevê bike wek hewlekê ji bo rêgirtina li dagîrkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve.

Piştî ku Rûsyayê hêz li ser sînorê Ukraynayê bi cih kir, rageşî gihîşt lûtkeyê. Wek hewlekê ji bo rêgirtina li her egereke “dagîrkirina Ukraynayê” jî, Şêwirmendê Almanî Olaf Schulz îro serdana Kîevê dike.

Herwiha biryar e jî Schultz wek Serokê Fransayê Emmanuel Macron ya hefteya borî serdana Moskoyê kiribû, sibe ew jî Sêşemê biçe Moskoyê. Di demekê de ku Washington tekez dike ku Rûsya dikare “di her kêliyê de” êrîşî Ukraynayê bike.

Almanya, ku bi wê yekê tê tawanbar kirin ku li hember Rûsyayê pir nerm e, roja Yekşemê dengê xwe tundtir kir û Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier got, "Em di nava gefa şerekî leşkerî li Rojhilatê Ewropayê de ne û Rûsya berpirsyar e.”

Moskoya ku di sala 2014an de nîvgirava Kirimê bi xwe ve girêda, red dike ku niyaza wê ya dijminatî li hember Ukraynayê hebe, lê ji bo rawestandina rageşiyê, komek daxwazan wek merc danîne, ya sereke jî ew e Kîev tevlî NATOyê nebe, ev merc jî ji aliyê rojavayiyan ve rastê redkirinê tê.

Gelek welatên rojavayî ji welatiyên xwe xwestine ku ji Ukraynayê derkevin an jî dest bi valakirina balyozxaneyên xwe kirine. Kompaniya asmanî ya Holendî "KLM" jî duhî Şemiyê ragihand, wê hemî geştên xwe yên asmanî bo Ukraynayê heta daxuyaniyeke din rawestandine.