Hilanî: Hewlêr bûye paytexta huner, geştyarî û çandê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Libnanî Asî Hilanî got, Hewlêr bûye paytexta huner, geştyarî û çandê û her hunermendek serdana wî bajarî bike, hest bi wê yekê dike ku li welatê xwe ye.

Ev daxuyaniya Asî Hilan “Siwarê Strana Erebî” ji K24ê re, di demekê de ye, ew ji çend rojan ve gihîştiye Herêma Kurdistanê û dê çend konsertên hunerî bi boneya Roja Evîndaran li dar bixe.

Hilanî ji K24ê re got: “Ez şanaz im ku serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dikim ku zêdetir ji carekê min serdana wê kiriye û gelek pêşwazî û mêvandarî tê de dîtiye.”

Got jî: Ez gelek dilxweş im ku ez ê tê de konsertekê li dar bixim û hêvîdar im. Hêvîdar im Hewlêr bibe paytexta şahî, geştyarî, çand û mêvandostiyê.”

Hilanî destnîşan kir ku gelek hevalên wî li Hewlêrê hene û da zanîn ku wî vê carê plan kiriye ku serdana gelek dever, cihên geştyarî û dîrokî û çiyayan bike.

Hilanî pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û got: “Hewlêr bûye navendeke sereke ji bo hunermendên Ereb û bûye paytexta huner, geştyarî û çandê. Ez spasiya Hikûmeta Kurdistanê dikim ku piştevaniya van çalakiyan dike. Xweş e ku hikûmetek heye piştevaniya çand û hunerê dike.”

Hunermendê Libnanî daxwaz ji hemû hunermendên Ereb kir jî ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û tekez kir ku xelkê wê mêvandar in, xwezaya xwe ya bedew e û deverên geştyarî yên ciyawaz lê hene û her kesê ku serdana Hewlêrê bike, hest dike ku li welatê xwe ye.

Asî Hilanî bi navê “Siwarê Strana Erebî” tê naskirin, ji salên nodî yên sedsala borî ve dest bi stranan kiriye û Heta niha 20 albûm, bi dehan klîp pêşkêş kirine.

Asî Hilanî li gel hunermendên navdar ên cîhanê beşdarî kampanyaya Rêxistina Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Hejarî û Birçîbûnê bûye û ji aliyê gelek sazî û bi taybetî Netewên Yekgirtî ve hatiye xelatkirin û wek Balyozê Niyazpakiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destnîşankirin.