Ciwanan li Stenbolê bi çanda qedîm a Kurdan pêşwazî li Roja Evîndaran kir

Sêva mêxekrêj ku kevneşopiyeke kevn a Kurdan e û nîşaneya aştî û evînê ye li nava nifşên nû û welatên cuda jî belav dibe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Sêva mêxekrêj ku kevneşopiyeke kevn a Kurdan e û nîşaneya aştî û evînê ye li nava nifşên nû û welatên cuda jî belavtir dibe. Li Stenbolê bi mebesta nasîn û belavkirina çanda Kurdan ji hêla platforma Chalak Events ve kargeha Sêva Mêxekrêj hat sazkirin. Kesên ji miletên cuda jî di wê kargehê de bi rêya çêkirina Sêva Mêxekrêj fersend dîtin ku kultura Kurdan ji nêz ve nas bikin.

Bawer Maroofî yê Kurdê ji Mahabada Rojhilatê Kurdistanê û Klara Breinholt a Danîmarkayî dil dane hev.

Du dildarên hev Sêva Mêxekrêj a ku di çanda Kurdan de nîşaneya eşq û evinê yê bi destê xwe çêdikin û diyariya hev dikin, eşqa xwe jî bi rêya kevneşopiyeke kevn a Kurdan geştir dikin.

Berê li aliyê Rojhilatê Kurdistanê kesên ji hevdu hezdikirin, sêv bi mêxekan dixemilandin û didan hezkiriyên xwe. Ew dihat vê wateyê ku “Ez ji te hez dikim.”

Klara Breinholt ku welatiya Danîmarkayê ye, ji K24ê re diyar kir: “Ev tiştekî gelek xweş e. Niha ez jî diceribînim, hewl didim Sêva Mêxekrêj amade bikim. Piştî ku min qedand ez ê bidim dildarê xwe. Kultireke gelek xweş û balkêş e. Li welatê me Danîmarkayê jî, tiştek wiha heye lê em şûna sêv, pirteqal bi kar tînin. Dema çêkirinê hinek zehmet e bo tiliyan, ji ber ku êş dikeve nava tiliyan. Lê ji bo eşqê, hinek êş û sebr jî pêwîst dike.”

Bawer Marûfî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, destnîşan kir: “Di dîroka me de gelek bûyerên girîng rû dane. Lê ji ber ku hikûmet-dewleteke me tune, ev tiştên girîng bi awayeke baş bo nifşên nû û bo xelkên din zêde nehatine nîşandan. Loma divê em Kurd xwe bi xwe dikarin hewl bidin xebatekî bikin û bi xelkên din bidin nasîn da ku bizanin li nava kultira Kurdan eşq û evin çawa cih digire.”

Ev çanda kevn ku ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye, niha li nav metropolên Tirkiyeyê jî belavtir dibe.

Platforma Chalak Events bi mebesta ev çanda qedîm di nifşên nû de zêdetir belav bibe û di nava miletên din de jî were nasîn li mezintirîn bajarê Tirkiyê Stenbolê kargeha sêva mêxekrêj saz kir.

Koordînatorê Chalak Eventsê Tofan Sunbul ji K24ê re eşkere kir: “Ev 4 sal in em vê kargeha Sêva Mêxekrêj çêdikin. Armanca kargehê ew e ku ev çand ev kultir neyê jibîrkirin. Di nav Kurdên li vêderê de an jî kesên eleqeya wan li ser vê çandê heye, bila werin vê kultirê bibînin û ev çand zindî bibe, belav bibe. 14ê Sibatê rojeke sembolîk e li cîhanê wek roja hezkiriyan tê pîrozkirin. Vê rojê jî em wekî sêva mêxekrêj a çandeke Kurdî pîroz dikin.”

Gêncên ku li vê kargeha kulturî de hatine ba hev ji bo çêkirina Sêva Mêxekrêj, pêşî topikên li ser mêxekê jê derdixin, dûv re yek û yek mêxekan li serê sêvê bi awayeke gilowerî didewsînin. Hinek ji bo ku diyariya hezkiriyên xwe bike, hinek jî ji bo xwe çêdikin.

Beşdara Kargehê Hîcran Cengîz diyar kir: “Em ji bo çêkirina sêva mêxekrêj hatin vêderê ku sembola aştî û evînê ye. Ez ê diyariya kesî nekim. Ji bo xwe ez sêva mêxekrêj çêdikim.”

Taybetmediyeke din a girîng a Sêva Mêxekrêj ew e ku salên dûrûdirêj bêhneke xweş jê belav dibe û xera nabe.

Sêva mêxekrêj ku nîşaneya evînê ye di heman demê de remza aştiyê ye jî. Ji bo çareserkirina aliyên ku di nava wan de kêşe hebin diyariya Sêva Mêxekrêj wek lihevkirinekê dihat dîtin.