Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Qeterê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Mîrê Qeterê û berpirsên bilind ên wî welatî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, îro 15ê Sibatê tevî şandeke hikûmî gihîşt Qeterê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yên Qeterê Sultan Bin Seid û hejmarek ji berpirsên din ve, pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de, ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive. Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re, di yekem westgeha xwe de, serdana Navenda Perwerde, Zanist û Pêşxistina Civakî ya Qeterê li Dohayê “Qatar Foundation” kir.

Her yek ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdulla Hacî Mehmûd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di vê serdanê de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de re ne.

Ev serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Qeterê, piştî serdana wî bo Behreyn û Îmaratê tê ku di dawiya meha Mijdara borî bi armanca beşdariya di Diyaloga Mename serdana Behreynê kir û li perawîza Diyaloga Mename çendîn civîn ligel berpirsên pilebilind ên Behreyn û welatên kir.

Piştî Behreynê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 25ê meha borî de serdana Îmaratê kir û ligel Cihnişînê Îmaratê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Leşkerî yên Îmaratê Hakimê Ebû Dhabî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihiyan û berpirsên din ên welatî civiya.