Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Qeterê di medyaya Erebî de deng veda

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî li Qeterê ye.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, tevî şandeke hikûmetê, îro sêşemê 15ê Sibata 2022yan serdana Qeterê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de, ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive. Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.

Li ser vê mijarê malpera nûçeyan a Şerqî Qeter bi girîngî nûçeya gihîştina Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kir û ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 15ê Sibata 2022yan gihîşte Dohayê û di dema gihîştinê de ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve Sultan Bin Se'd El Merexî ve hat pêşwazîkirin.”

Rojnameya El Raye û malpera El Mîrsal El Qeterî bi girîngî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di rûpela sereke ya malpeta xwe de şopandine.

Ajansa Nûçeyan a Qeterî li ser malper û hemû pêgehên xwe yên medyaya civakî, nûçeya gihîştina Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kiriye.