Ajaldarên Rihayê ji berf û barana îsal kêfxweş in

Ajaldar hêvidar in ku îsal bibe saleke bi xêr û bereket
Ajaldarek li Rihayê, wêne: AA
Ajaldarek li Rihayê, wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên sereke yên xwedîkirina ajalan e, ajaldar kêfxweş in ku di van mehên dawî de berf û baran bariya û herwiha hêvidar in ku îsal bibe saleke bi xêr û bereket.

Piştî barîna berf û baranê ya di mehên Çile û Sibatê de, bi derketina tavê re ajaldaran pezê xwe berdan çêrê. Bi hêşînbûna çêreyê ve ajaldar şûna ku di hundir da alif bikin, pez berdidin çêrê.

Ajaldarê bi navê Nebi Çiftçi ji AAyê re diyar kiriye ku her sal ji ber kêmbûna berf û baranê, çêreya ku van deman hêşîn dibe, di demeke kurt de hişk dibe.

Nebi Çiftçi bal kişandiye ser wê yekê ku piştî çend salan li herêmê berfeke wisa bariya û gotiye: "Di serê Çile û Sibatê de berf û baran barî. Em zehf kêfxweş bûn. Ev çend sal in ku ev qas berf nebarîbû. Înşellah dê bi kêrî axê were. Em hêvî dikin ku berf û baran bidome."

Îbrahim Koç ku ew jî ajaldariyê dike, ragihandiye; bi barîna berf û baranê ya di mehên dawî de hêviya wan çêbûye, lê belê ji bo ku çêre rind hêşîn bibe divê baran bidome û gotiye: "Înşelah di meha Adar û Nîsanê de baraneke rind bibare û rûyê me bikene."​​​​​​​