Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Rewşa siyasî ya Iraqê, bi taybetî jî piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya di derbarê kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê hat guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja çarşemê 16ê Sibata 2022yan li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di civînê de pêşketinên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, bi taybetî jî piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya di derbarê kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê hat guftûgokirin.

Di vê derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nêrîna xwe ya ji bo çawayiya derxistina biryarê û ‏hengavên ji bo çareseriyê xiste rû, dûpat jî kir ku ev qonaxa Iraq têdaye wiha dixwazê Dadgeha Federalî û hemû aliyên Iraqiyan jî li pey çareserkirina kêşeyan da bigerin. ‏

Herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê herdem pêgiriya xwe ya ji bo ‏çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûrê nîşan ‏daye û dûpat kir ku ev cûre hengav xizmeta aramiya li welat nakin, ji bo wê yekê em ‏hemû divê ji bo çareserî û parastina aramiyê kar bikin.‏

Di civînê de her du alî hevnêrîn bûn ku piştî hilbijartinên Cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûneran, dostên Iraqê çaverêya pêkanîna hikûmetê û aramî û ‏ber bi pêşveçûna proseya demokrasiyê ne li Iraqê de, herwiha tekez li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Iraqê kirin bi taybetî ji bo ‏rûbirûbûna terorê ku hê jî li Iraq û Sûriye jî metirsiyeke rasteqîne ye.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû, tê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel aliyên ‏peywendîdar kar dike û ligel aliyên siyasî si peywendiyê de ye bo ku ‏hilbijartin di dema xwe da bê encamdan. ‏

Her du alî rewşa Pêşmerge û hengavên çaksazî û proseya yekxistina wan û piştgîriya Amerîka û welatên dinê dost xiste ber behs û hevra bûn ku li gel wan hengavên ‏başbûn ku li vî derbarî de hatine avêtin, prose hê jî karê zêdetir dixwaze û di vê derbarî de berdewamiya Amerîka û dostên Herêma Kurdistan pêwîst e.‏

Kerta aborî û girîngiya aramiyê ya ji bo teşwiq û handana sermayeguzarî û veberhênana ‏biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê, girîngiya serbixweyîya dadgehan li Iraqê û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkariya hevbeşiya Iraqê û civaka navdewletî, çend mijarên dinê vê civînê bûn.