Pirsgirêkên xelkê Mexmûrê di 16 xalan de hatin komkirin

Parlamentoya Kurdistanê daxwazên xelkê Mexmûrê digihîne hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmet Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê pêşniyaz û raspardeyên xwe yên derbarê rewşa Mexmûrê de dide hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmet Iraqê. Cîgirê Parêzgarê Neynewayê daxwaza vegera Pêşmerge dike. Parêzgarê Hewlêrê jî dide zanîn, ew di sala bê de çend projeyan li Mexmûrê cibicî dikin.

Parêzgarê Hewlêrê û Cîgirê Parêzgarê Neynewayê duhî 16ê Sibatê cûn Parlamentoya Kurdistanê û bi Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê re guftûgo li ser raporteke 16 xalî kirin ku wê komîteya parlamentoyê bi awayekî meydanî li Mexmûrê amade kiribû.

Komîteya Navçeyên Kurdistanî di wê raportê de pêşniyazên xwe derbarê çareserkirina pirsgirêkên cotkaran û sektora tendirustî, xizmetguzarî, rewşa ewlehiyê, proseya perwerdeyê û hin pirsgirên din ên wê deverê pêşkêş kirin.

Serokar Komîteya Navçeyên Kurdistanî Ciwan Yûnis ji K24ê re diyar kir, raporta wan ji 16 xalan e, ew xal jî parêzgeha Hewlêrê û Neynewayê re şandine. Daxwazên sereke yên xelkê Mexmûrê di warê saxkirina genimê cotkaran, avakirina dibistan û nexweşxaneyan, pirsgirêkên riyan e. Herwiha ew welatiyên nasnameyên wan li ser Hewlêrê ne, li rêbendên hêzên Iraqî rêgirî li wan tên kirin.

Rewşa ewlehiya Mexmûrê jî yek ji xalên girîng ên guftûgoyan bû ku ji ber hebûna mîlîşyayan, çekdarên DAIŞê û xemsariya hikûmeta Iraqê, roj bi roj rewşa ewlehiyê xerabtir dibe.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî jî ji bo çareseriyê vê pirsgirêkê, daxwaza vegera Pêşmerge dike û dibêje, pêwîst e bi hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê xelkê wê deverê biparêzin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di plana projeyên xwe de, beşek ji projeyan ji bo herêma Mexmûrê terxan kiriye, biryar e jî di sala bê de hin beşên zanîngehan lê werin vekirin.