Krîza Ukraynayê.. Hêzeke din a Amerîka gihîşt Polandayê

AFP
AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan paraşûterên Amerîkî roja Çarşemê gihiştin firokexaneya Zyszow a Polandayê, ew jî di çarçoveya şandina çend hezar leşkeran de ji bo bihêzkirina aliyê rojhilatê NATOyê ji ber aloziyên bi Rûsyayê re.

Peyamnêrên AFP dîtin, leşkerên Amerîkî li firokxaneya ku bi qasî 100 kîlometreyan ji sînorê Ukraynayê dûr e ji du firokeyên veguhestina leşkerî yên Boeing C-17 dadikevin û li otobusan siwar dibin.

Herwiha otomobîlên zirxî, kamyonên leşkerî, konteynir û bi dehan leşkerên din jî li kampeke ku li firokxaneyê hatiye avakirin hatin dîtin.

Efserekî li xala kontrolê ya kampê ku nexwest navê wî neyê eşkerekirin, got ku ew hîna nizanin dê erkê wan heta kengî bidome.

Ev di demekê ye, Leşkerên Firqeya 82 a ku navenda wê li Karolînaya Bakur e, ji 5'ê Sibatê ve li firokxaneya li nêzî gundê Jachunka yê Polandayê hatine bicihkirin.

Amerîka niyeta xwe ragihand ku bi giştî 4700 leşkerên din bi awayekî demkî li Polanda, endama Yekîtiya Ewropa û NATOyê bi cih bike, wekî bersivekê li hember kombûna hêzên Rûsyayê li dora Ukraynayê.

Bi belavbûna 4700 leşkeran re, dê hejmara hêzên Amerîkî li Polandayê bigihe 10 hezar leşkeran.