Baregeha hevpeymaniya Helbûsî li Enbarê rastî êrîşekê hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Hevpeymaniya Teqedum ku Mihemed Helbûsî serokê wê ye, li parêzgeha Enbarê rastî êrîşeke bombeyî hat.
Li gor jêderên ewlehiyê, şeva borî baregeha Hevpeymaniya Teqedumê li qezaya Hît a li parêzgeha Enbarê bi narincoyekê hat armanckirin.
Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de ziyanên madî gihîştiye baregehê û kelûpelên tê de û ti ziyanên madî nebûne.
Ev êrîş di demekê de ye, duhî Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî di twittekê de ragihandibû, “hewlek ji bo şikandina heybeta dewletê heye, lê em ji çekê wan natirsin û gefên wan jî qebûl nakin.”
Hevpeymaniya Teqedum di vê xula Encûmena Nûneran a Iraqê de xwedî 37 kursiyan e û serokê wê Mihemed Helbûsî wek Serokê Encûmena Nûneran hatiye hilbijartin.