Ma gelo Rûsya dê Ukraynayê dagîr bike?

Derbarê egera pêkhatina şerekî de, çavê hemû dinyayê li Ukranya û Rûsyayê ye
kurdistan24.net

Kîev (K24) – Çavê hemû dinyayê li Ukranya û Rûsyayê ye derbarê egera pêkhatina şerekî de. Li gorî îdiaya nû ya Amerîkayê; wê Rûsya bi rêya hincetan Ukranyayê dagir bike. Rûsya jî îdia dike ku Ukranyayê 4 caran êrîş biriye ser cudaxwazên li Ukranyayê û li Rojhilatê wê jî goristanên tevkûjiyê peyda bûne.

Piştî îdiaya Amerîkayê pûç bû, ya ku digot wê 16ê Sibatê Rûsya ûkranyayê dagir bike, îdiayeke din hate rojevê. Amerîka behsa Îdiayeke nû dike û dibêje: Rûsya bi rêya hincetan xwe amade dike ku Ukranyayê dagir bike. Rûsyayê di 17ê Sibatê de ragihand ku li Rojhilatê Ukranyayê goristanên tevkujiyê peyda bûne û Artêşa Ukranyayê nîve şevê 4 caran êrîş biriye ser cûdaxwazan û ev êrîş tê wateya binpêkirina peymana Minskê. Piştî ku medyaya Rûsyayê ev mijar derxist pêş ji Amerîkayê daxuyaniyeke nû hate parvekirin. Li gorî vê daxuyaniya nû Rûsya hemû dinya û Ukranyayê dixapîne, manevrayên dek û dolabî pêktîne di şûna leşkerên xwe vekirşîne 7 hezar leşkerên din li sînorê Ukraniyayê bi cih kirine ji bilî 130 hezar leşkerên ku hatine bi cih kirin. Her çiqas Moskova red bike jî amerîka di îdiaya xwe ya nû de teqez dibêje Rûsya amadekariya dagirkirina Ukranyayê dike.

Welatiyên Ukranyayê li paytexta wê Kîevê di nava metirsiyeke mezin de rûdanan dişopînin.

Welatiyekî Kîevê ji K24ê re got: “Ji sala 2014an ve şer her berdewam dike. Lê vê carê zêde mezin bû. Civaka Ukraynê ji sedî 50î ditirse û metirsiya şer heye. Lê Ukraynî ji her tiştî re amade ne. ew dikarin bibin yek û xwe ji bo şer jî amade bikin.”

Ji xwe ev demek dirêj e ku dihate îdiakirin wê Rûsya Ukranyayê dagir bike. Piştî ku di 10 Sibatê de tetbîkata leşkerî ya hevpar ya Rûsya û Belarûsê dest pê kir, rakêşî û metirî jî zêdetir bû. Piştî tetbîqata li Kirimê bi dawî hat Rûsyayê ragihand leşkerên Rûsyayê vegeriyane baregehên xwe. Lê di serî de Serokkomarê Ukranyayê Zelinskî, NATO, Amerîka û Îngilîstan ji van daxuyaniyên Rûsya û Serokê wê Pûtîn bawer nekirin. Her dibêjin leşkerên Rûsyayê hebûna xwe ya li sînor zêde dike.

Welatiyeke din a bi navê Kitenya Valentîna dibêje: “Ez bawer nakim şer derkeve di nava me û Rûsan de. Beşek xelk heye li herêma şer Donbasê ew ditirsin, lê Kîev aram e. Herwiha em spasiya Yekîtiya Ewrûpayê jî dikin ji ber alîkariyên wê em ê tû car vê qenciyê ji bîr nekin.”

Baş e Rûsya ji NATO û Ukranyayê çi dixwaze? Li gorî Moskovayê, bi taybet jî Putîn; NATO bi rêya welatên endamên xwe çekên giran dide Ukranyayê, eger Ukranya bibe endamê NATOyê wê hingî hevpeymaniya NATOyê careke din hewl bide ku Kirimê dagir bike. Loma ew ê tû carî destûrê nadin ku Ukranya bibe endamê NATOyê. Herwiha Rûsya daxwazê dike çawa ji herkesî re rewaye pêwîst e ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê jî li ber çav bê girtin û nirxandin. Li gorî Moskovayê NATO dibe asteng ji bo pêşketina Rûsyayê loma pêşniyar dike ku Amerîka û Rûsya divê li hev bikin di warê gefa çekên nûkleer de ku peymanek bê îmzekirin yek welat nikaribe li welatekî din çekên xwe yên nûkleerî wek baregeha gefekê bikarbîne li dijî welatekî din.