Parêzer: Heta siya siyasetê li ser darazê be doza Elçî nagihije encameke dadwerane

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di ser kuştina Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Diyarbekirê 7 sal derbas bûne, lê kesên kujer hêj nehatine girtin. Parêzer û malbata Elçî derbarê qonaxa dawî ya dozê de li Stenbolê civiyan. Li gor parêzeran heta siya siyasetê li ser darazê be doza Elçî nagihije encameke dadwerane. Hevjîna Elçî jî ragihand ji bo zelalkirina bûyerê Serokwezîrê wê çaxê Ahmet Davutoglu lê geriya û jê ra soz daye. Elçî, bang li Davutoglu dike ku soza xwe bi cîh bîne û zanyariyên li ser meseleyê jî eşkere bike.

Tahîr Elçiyê ku dema Serokê Baroya Diyarbekirê bû di sala 2015an de dema daxuyanî dida medyayê hatibû kuştin, di ser kuştina wî re 7 sal derbas bû lê doz hêj didome û kesên kujer nehatine qefaltin.

Der barê proseya doza Elçî de parêzerên wî li Stenbolê kom bûn û agahiyên dawî yên li ser dozê belavkirin. Li gor parêzeran eger hin tedbîr bihatana girtin Elçî îro sax bû, hinek bûyer nîşan dide ku kuştina Elçî plankirî ye.

Parêzerê Tahîr Elçî, Orhan Kemal Cengîz got: “Wesayîta ku tê da milîtan hene ji hêla polêsan ve heta 13 kîlometre tê şopandin û ji wan yekî beriya rojekê, bi polêsan re pev diçe lê tevî vê yekê wesayît nayê sekinandin heta ku diçin herêma nêzî Tahîr Elçî daxuyanî didin tê sekinandin û li vir pev diçin, dawiyê de yê tê kuştin Tahîr Elçî ye. Lêkolîna bûyerê jî piştî 3 û nîv mehan tê kirin. Şahidên ku dozger tîne derevkar derketin. Çimkî ew ên xwedêgiravî wek şahid anîne di bin şkence û gefê de îfade dane. Me vana hemûyan ji dadgehê pirsî lê guh nedan daxwazên me. Em dibêjin ne tenê yê ku gule berdaye Elçî ew ên ku li pişt bûyerê ne ew destê tarî jî were eşkerekirin.”

Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî da zanîn der barê kuştina hevjîna wî de Serokwezîrê wê çaxê Ahmet Davutoglu telefonê wê kiriye û ji bo zelalkirina bûyerê jê ra soz da ye. Elçî, niha bang li Davutoglu dike soza xwe bi cîh bîne.

Turkan Elçî ji K24ê re got: “Baş tê bîra min, Davutoglu di telefonê de ji min re soz dabû û gotibû: “Ev bûyereke tesadûf e an sûîqast e li ser vê dê bixebitin, piştre dê eşkere bikin.” Me di dadgehê de jî daxwaz kir ku Davutoglu ku dema bûyerê Serokwezîr bû bila were guhdarkirin. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Eger Davutoglu guh dide wijdana xwe, bila were çi dizane hemûyan eşkere bike. Bi vî awayî, ji bo siyaseta xwe jî dê karekî bi xêr bike. Ez helwesta dadgehê ku li beramberî daxwaza me kerr û lal e dişibînim dadgehên Engîzîsyonê ku di serdema Çaxa Navîn de girêdayî dêra Katolîkê bû.”

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, der barê proseya dozê de bal kişand ser tesîra siyasetê ya li ser dadgehê û amaje kir bi rewşa heyî ya atmosfera polîtîk a Tirkiyeyê ku rêgiriya zelalbûna dozê dike, ne pêkan e kujerên Tahîr Elçî werin girtin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren dibêje: “Ev kar ne tenê karê dadgehê ye. Ji bo zelalbûna doza Tahir Elçî hewce ye Enqere yanê siyaseta Tirkiyê jî divê îradeyeke nîşan bide. Mixabin îro li Tirkiyeyeê dadgeh bêyî destûra siyaseta serdest gav naavêje û biryar nade. Loma divê ji Enqereyê îradeyeke xurt a siyasî rû bide da ku hemû hurguliyên bûyera kuştina Tahir Elçî werin eşkerekirin.”

Di doza Tahîr Elçî de 3 polês bi giştî 4 kes wek bêgirtî tên darizandin. Doz 15ê Hezîranê li Diyarbekirê careke din dê dest pê bike.