Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.
Di civînê de li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê gotûbêj hatin kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya berfirehkirina derfetên pêwendî û hemahengiya hevbeş a navbera herdu aliyan hat kirin.


