Kolberekî Kurd di bin barê giran de canê xwe ji dest da

Navê wî kolberî Elî Dewîşanferd û 47 salî ye û bavê du zarokan e.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Kolberekî li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hilgirtina barekî giran canê xwe ji dest da.

Duh kolberekî Kurd yê xelkê navçeya Selas Bawecanî ya Kirmaşanê li nahiya Newsûd ya wê parêzgehê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, wî kolberî barekî gelekî giran hilgirtibû. Dema barê xwe digihîne cihê mebest, dilê wî disekine û canê xwe ji dest dide.

Navê wî kolberî Elî Dewîşanferd û 47 salî ye û bavê du zarokan e.

Kolber Elî Dewîşanferd
Kolber Elî Dewîşanferd