Mesrûr Barzanî: Zimanê me faktoreke girîng a hebûna me ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî peyamek belav kir û ragihand: “Ziman, nasname û pênaseya her mirov û neteweyek e, beşeke girîng a çand û civaka bingeha niştimansaziyê ye, loma parastin û pêşvebirina zimanê dayîkê, erkekî girîng û li pêşîneya malbat û civak û saziyên hikûmetê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan dike: “Eger girîngîdana bi zimanê dayîkê û rêzgirtina li wê rojê, carek ji bo gelên din ên cîhanê girîng be, ji bo me Kurdistanê, ku tevî şoreş û berevanî û qurbanîdanên mezin ên gelê me, zimanê me faktora girîng a mana me ye, divê li cihê girîngiya me yê herî li pêş be.”

Mesrûr Barzanî diyar dike: “Ez ji saziyên rewşenbîrî û zanistî û akademîk ên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê daxwaz dikim, ku ji vî alî ve, baştir erkê xwe bi cih bînin û her kêmasî û xemsariyek hebe di warê zimanzanî û girîngîdana ziman, çareser bikin, ji bo vê mebestê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her alîkarî û hemahengiyên pêwîst ên di vî warî de. Bêguman tevî girîngîdana bi zimanê Kurdî, divê bi awayekî hêja jî, girîngî bi zimanên wan neteweyan jî were dayîn ku beşek ji gelê Kurdistanê ne.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî, ez pîrozbahiyeke germ li hemû Kurdistaniyan û hemû netewe û pêkhateyên Kurdistanê dikim.

Ziman, nasname û pênaseya her mirov û neteweyek e, beşeke girîng a çand û civaka bingeha niştimansaziyê ye, loma parastin û pêşvebirina zimanê dayîkê, erkekî girîng û li pêşîneya malbat û civak û saziyên hikûmetê ye.

Eger girîngîdana bi zimanê dayîkê û rêzgirtina li wê rojê, carek ji bo gelên din ên cîhanê girîng be, ji bo me Kurdistanê, ku tevî şoreş û berevanî û qurbanîdanên mezin ên gelê me, zimanê me faktora girîng a mana me ye, divê li cihê girîngiya me herî li pêş be.

Her çiqas li gor destûra herdemî ya Iraqê zimanê Kurdî, zimanekî fermî yê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, lê belê cihê mixabiniyê ye ku heta niha li ser asta Iraqê û heta Herêma Kurdistanê jî, weke pêwîst girîngî bi zimanê Kurdî nehatiye dayîn, çimkî çavê me li pêşveçûna zêdetir e di vî warî de.

Ez li vir ji saziyên rewşenbîrî û zanistî û akademîk ên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê daxwaz dikim, ku ji vî alî ve, baştir erkê xwe bi cih bînin û her kêmasî û xemsariyek hebe di warê zimanzanî û girîngîdana ziman, çareser bikin, ji bo vê mebestê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her alîkarî û hemahengiyên pêwîst ên di vî warî de. Bêguman tevî girîngîdana bi zimanê Kurdî, divê bi awayekî hêja jî, girîngî bi zimanên wan neteweyan jî were dayîn ku beşek ji gelê Kurdistanê ne.

Di vê boneya girîng de, ez bi pêwîstî dibînim ku bi rêz û pêzanînên mezin, rewşenbîr û mamosteyên birêz û hemû wan xoşewîstan bi bîr bînin, ku roleke diyar û girîg di parastin û fêrkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî de lîstine.

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li her kesî pîroz be…

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê