HDP: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye

“Di vê rojê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin.”
HDP
HDP

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî peyamek belav kir û ragihand: “Di vê rojê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin.”

HDP di peyama xwe de li ser 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî diyar kiriye: “Di sala 1999’an Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji bo piştgiriya pirrengiya çandî û pirzimaniyê, 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi peymanekê ve hat girêdan.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) balê dikşîne ser rewşa zimanê Kurdî û zimanên din ên ji bilî zimanê Tirkî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dibêje: “Mixabin ji destpêka sedsala 20’an û piranî jî piştî avakirina komara yekparêz, ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik hatin bişaftin û qedexekirin. Pergala yakparêziya beriya her tiştî xwe li ser bişaftin û kuştina zimanan ava kir.”

HDP destnîşan dike: “Di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê Kurdî ji bi awayekî sîstematîk hemû qadên jiyanê hate bidûrxistin û tepisandin.”

Herwiha eşkere dike: “Ji bo ku li vî welatî Kurdî jî di nav de hemû zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê û xwe bi pêş bixin em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Bêguman bicihanîna peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze avêtiyê û bûye alîgirê wan peymanan, îro erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye ku vî mafî qebûl û nas bike. Divê qanûna bingehîn a nû li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Ev qanûna bingehîn wê di hemû qadên jiyanê de perwerdehî u pêşxistina zimanê Kurdî û zimanên din bi xwe re bîne. Ev maf mafekî sereke, esas û gerdûnî ye, nikare bê piştguhkirin.”

HDP di dawiya peyama xwe de diyar dike: “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li temamî zimanan, gelan pîroz be. Di vê rojê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Em bangî gelê xwe, sazî û dezgehên dikin: 21’ê Sibatê bila bibe destpêka bilindkirina têkoşîna li hember kiryarên qedexekirina zimanê dayikê û bihêzkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê.”