Iraq.. Cîgirê Serokê Parlamentoyê daxwaza fêrkirina Kurdî li dibistan û zanîngehan dike

Şaxwan Ebdullah: Divê hemû kes baweriyê bi rengarengiya ziman bike û çanda lêborînê, pêkvejiyan aştiyane, biratî û hevqebûlkirinê belav bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlametoya Iraqê Şaxwan Ebdullah îro bang li Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê dike, zimanê Kurdî li seranserê Iraqê di bernameya xwendinê de were fêrkirin.

Cîgirê Serokê Parlametoya Iraqê Şaxwan Ebdullah bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî, bi peyamekê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Iraqê kir.

Şaxwan Ebdullah di peyama xwe de got: “Şanaziyeke mezin bi zimanê Kurdî yê resen û kelepûra xwe ya dîrokî û mirovî dikin û divê hemû kes baweriyê bi rengarengiya ziman bike û çanda lêborînê, pêkvejiyan aştiyane, biratî û hevqebûlkirinê belav bike ji bo avakirina civakên pêşverû.”

Ebdullah bang li her du wezaretan Perwerde û Xwendina Bilind yên Iraqê kir ku zimanê Kurdî di bernameya perwerdeyê de li seranserê Iraqê bê fêrkirin, ji ber ku ew zimanekî fermî ye.

Li gorî destûra Iraqê, her du zimanên Kurdî û Erebî zimanên fermî yên Iraqê ne.