Ukreynî li ser şerê bi Rûsan re çi difikirin?

Kurdistan24 li kolanên Kîevê ket pey bersiva vê pirsê
kurdistan24.net

Kîev (K24) – Çavê hemû dinyayê li ser rakêşiya di nava Ukreyna û Rûsyayê de ye. NATO, YE û Amerîka daxilî vê rakêşiyê bûne. Herkes li ser navê Ukreyniyan diaxive ligel medya Rûsyayê ku salek zêdetir e şerekî derûnî yê medayayê daye detspêkirin. Lê kes napirse gelo Ukreynî li ser vî şerî çi difkirin. Tîma Kurdistan 24 li Kîevê kete pey vê pirse.

Di vê serdema ku gav bi gav rakêşî bilind dibe û zengilên şer lêdixin, hemû dinya li ser navê Ukreyniyan diaxive û hin biryaran didin, lê kes napirse, gelo Ukreynî çi difikirin li ser egera pêk hatine şerekî ligel Rûsyayê? Em wekî tîma Kurdistan24 li kolanên Kîevê ketin pey bersiva vê pirsê. Bi boçûna welatiya Ukreynî Minazveta Stelerova ku malbata wê li sînor cihê şer e û ji ber jiyana wan metirsdar e dibêje; em gelek ditirsin, hincet zêdene wê di nava Ukreyna û Rûsyayê de şerekî mezin derkeve.

Welatiya Ukreynî Minazveta Stelerova ji K24ê re got: “Ew rûdanên li Qirim û Donbasa ku hatine dagirkirin pêk hatine bi baweriya min ji ber operasyonên veşartî ên Rûsyayê ne. Piştî welatên biyanî balyozên xwe vekişandin û xwestin welatiyên wan terka Ukreynayê bikin, di nava me de bu sedema tirseke mezin. Bawer dikim wê şerekî mezin derkeve. Ez bixwe ji Kharkîvê (Xarkov) me. Malbata min li wir dijî, li Donbasê sînorê Rûsyayê. Berê, tam salekê li Donbasê bûne şahide vê tirsa mezin. Niha naxwazim malbata min careke din bikeve bin wê tirsa mirinê.”

Bi boçûna karsazê bi eslê xwe Ezerî lê hemwelatiyê Ukreyniyê ye Riza Yilmaz jî şerekî informasyonê tê meşandin û ew ji sedî yek îximalê dide ku wê şer derkeve.

Hemwelatiyê Ukreyna Riza Yilmaz dibêje: “Em naxwazin şer derkeve. Bi baweriya min ji sedî 1 îxtimala şer heye. Rûs jî Ûkreyn jî heman millet in loma li hev naxin. Lê ji sedî 30 welatiyên Ukreynî bawer dikin wê şer derkeve. Yên mayîn jî jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. Rîska şer bêhtir li ser aboriyê ye. Ev şerê înformasyonê ye bêhtir bandorê li veberhênan dike ev jî ji bo Ukreynayê ne baş e.”

Li gorî kompaniya rapirsîneke Rûsî ya derbarê şer de hatiye çekirin ligel ku bi salan e li Rûsyayê ji aliye medyayê ve bingeha şer tê amadekirin û Ukreynî wekî Naziyan tên destnîşankirin jî jî ji sedî 36ê Rûsan şer naxwazin ligel Ukreynayê. Ji sedî 16ê wan jî Ukreynayê suçdar nakin. Lê piraniya civaka Rûsan ji sedî 75 Emerîkayê suçdar dike ji ber rakêşiya di nava Rûsya û Ukreynayê de.