Şam helwesta xwe li hember naskirina Luhansk û Donetsk aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Sûriyê ragihand, wan ji ber 2 mehan ve helwesta xwe ji naskirina Luhansk û Donetsk aşkere kiriye.

Serokatiya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan ji ber 2 mehan ve dema şandeke Parlamentoya Rûsyayê serdana Şamê kiriye, wan helwesta xwe ji naskirina Luhansk û Donetsk aşkere kiriye.

Da zanîn jî, “Di wê demê de Serokê Sûriyê Beşar Esed amadebûna Sûriyê ji bo naskirina komara Donetsk nîşan da û hat lihevkirin ku dest bi danîna pêwendiyan bi wê re bike.”

Serokatiya Sûriyê diyar kir, ew amade ne komarên Luhansk û Donetsk nas bikin û ew amade ne dest bi avakirine pêwendiyan jî bi wan re bikin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad îro di Foruma Valdai de li Moskoyê got jî: Tiştê ku welatên rojava îro li dijî Rûsyayê dikin, dişibihe heman tiştê ku li dijî Sûriyê tê kirin e.”

Miqdad got: "Hêzên dagîrker ên Amerîkî û çekdarên cudaxwaz ên Amerîka piştevaniya wan dike, bi dizîna samanên gelê Sûriyê yên wek neft û genim de berdewam in.”

Herwiha got: “Amerîka û welatên rojava berdewam in li ser piştgirîkirina terorê li Sûriyê, ev jî metirsiyekê li ser Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê çêdike.”

Ev yek piştî wê tê, Putin şeva borî du biryarname îmze kir ku tê de serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê ji Ukraynayê nas kir.