Rêveberên Baroya Diyarbekirê ji doza komkujiya Ermenan beraat kirin

Bi tawana ku bûyerên 24ê Nisana 1915an ku Ermen bi komî hatibûn kuştin, wek jenosîd pênase kiribûn, doz hatibû vekirin.
Dadgeha Diyarbekirê
Dadgeha Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Serdozgeriya Diyarbekirê di derheqê rêvebirên, berê û nû yên Baroya Diyarbekirê de, bi tawana ku bûyerên 24ê Nisana 1915an ku Ermen bi komî hatibûn kuştin, wek jenosîd pênase kiribûn, doz vekiribû. Lê ew doz bi beraatkirina hemû rêvebiran encam da.

Di salên borî de, Baroya Diyarbekirê, di salvegera bûyerên 1915an yên komkujiya Ermenan de, daxuyanî belav kiribûn û kirinên dewleta Osmanî wek jenosîde pênase kiribûn.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê jî bi tometa ku bi wan daxuyaniyan, bêrêzî li dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin û bangewaziya kîn û nefretê hatiye kirin, doz vekiribû.

Doza ku di sala 2016’an de hatibû vekirin, di 22’ê Sibata 2022’an de bi biryarê ve hat girêdan û dadgehê biryar da ku di wan daxuyaniyan de tu tawanekî nehatiye kirin.