MEB derbarê dersa Kurdî de du hejmarên cuda parve kirine

Wezareta Perwerdehiya Netewî ya Tirkiyê (MEB) derbarê hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine, du hejmarên ji hev cuda parve kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdehiya Netewî ya Tirkiyê (MEB) derbarê hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine, du hejmarên ji hev cuda parve kirine.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di 2'ê Sibata 2022'an de ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Mahmut Ozer pirsnameyek pêşkêşî Meclîsê kiribû.

Wezîrê Perwerdehiya Netewî Mahmut Ozer 4 roj beriya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê (17'ê Sibatê) bersiv da pirsnameyê. Ozer diyar kir, di sala perwerdeyê ya 2021-2022an de 20 hezar û 265 xwendekaran zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijartine.

Di raya giştî de bersiva Wezîrê Perwerdehiya Netewî Mahmut Ozer weke ji bo sala xwendinê ya 2022-2023yan hatibû fêmkirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû li ser vê mijarê ji K24ê re ragihand: “Ez wisa difikirim ku hejmara ji bo bersiva min hatiye diyarkirin, hejmara xwendekarên ku niha li dibistanan dixwînin e. Derbarê sala bê de, ez ê cardin pirsnameyek pêşkêşî wezîr bikim.”

Li aliyê din, Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sariaç jî pirsnameyek pêşkêşî Wezîr Mahmut Ozer kiribû.

Wezareta Perwerdehiyê di bersiva xwe de bo parlamenterê HDPê ragihandiye ku di sala xwendinê ya 2021-2022yan de, 16 hezar û 842 xwendekaran dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartine.

Bersiva MEBê ji bo parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu
Bersiva MEBê ji bo pirsa parlamenterê HDPê Murat Sarisaç